VASILY NEBENZYA: DAWIYÊ WÊ ÎRAN Û TIRKIYÊ JI SÛRIYÊ DERKEVIN

Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzya ji rojnameya Şerq El-Ewsat re axivî. Di axaftina xwe de, Nebenzya rewşa dawî ya aloziya Sûrî nirxand. Nebenzya got ku wê li dawiyê hem Îran û hem Tikriye ji Sûriyê derkevin û wê komîteya destûrî jî di demeke nêz de ava bibe. Der barê hebûna hêzên dewleta wî di Sûriyê de jî, nûnerê Rûsyayê got ku ew li ser daxwaza hikûmeta Şamê ketin Sûriyê.

Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzya ji rojnameya Şerq El-Ewsat re axivî.

Di axaftina xwe de, Nebenzya rewşa dawî ya aloziya Sûrî nirxand.

Nebenzya got ku wê li dawiyê hem Îran û hem Tikriye ji Sûriyê derkevin û wê komîteya destûrî jî di demeke nêz de ava bibe.

Der barê hebûna hêzên dewleta wî di Sûriyê de jî, nûnerê Rûsyayê got ku ew li ser daxwaza hikûmeta Şamê ketin Sûriyê.

Vasily Nebenzya teqez kir ku divê li dawiyê hemû alî ji Sûriyê derkevin, bi taybetî Îran û Tirkiye.

Nebenzya bal kişand ser rewşa li Idlibê û wiha got:

“Wê rewşa Idlibê weke heyî zêde nedome, aramiyê li Sûriyê bi riya pêvajoya Astanayê pêkan e.”

Nebenzya anî ziman ku di vê demê de, çeteyên Cebhet El-Nusra di Idlibê de xwe bi cih kirine, lê hema çênabe ev rewş wiha bidome.

Nebenzya dest nîşan kir ku wê nûnerê navdewletî yê taybet ji bo aloziya Sûrî Geer Pedersen di demeke nêz de komîteya destûrî ragihîne.

Di axaftina xwe ya bi rojnameya Şerq El-Ewsat re, nûnerê Rûsî giranî da mijara hebûna hêzên din di Sûriyê de û wiha teqez kir:

“Divê hemû hêzên heyî bêyî ku ji wan were xwestin, ji Sûriyê derkevin.”

Der barê çareseriya siyasî ji bo aloziya Sûrî jî nûnerê Rûsî wiha bi bîr xist:

“Ji bo lihevkirineke siyasî li Sûriyê, em bi nûnerê taybet Geer Pedersen re di nava têkiliyan de ne, bi taybetî di warê pêvajoya Astanayê de.”

Dawiya axaftina xwe de, nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzya hêviyên xwe der barê avakirina komîteya destûrî di demeke nêz de anî ziman.

Her wiha dest nîşan kir ku ew amade ne alîkarî û piştgiriyê bidin Pedersen.

Leave a Reply

Back to top button