EBÛ ERAC: LIHEVKIRINÊN JI BO IDLIBÊ BIN KETIN Û TIRKIYÊ JÎ DI REWŞEKE ŞERMOK DE YE

Di van demên dawiyê de, ji ber şerê li Idlibê disan çav zivirîne li ser wê herêmê. Cîgirê Fermandarê Giştî yê Ceyş El-Siwar Ebû Erac jî li ser rewşa li herêmê axivî. Ebû Erac diyar kir ku Tirkiyê ji ber bûyerên li Idlibê di rewşek zehmet û şeromk de ye.

Li bajarê Idlibê yê Bakurê Sûriyê ku di bin dagirkeriya dewleta tirkiyê de ye alozî kur dibin.

Bi taybetî jî di van demên dawiyê de êdî şerê navxweyî ê çeteyan pir ru dide.

Hêzên rejîm û Rûsî jî herêmê di her fersendê de topbaran dikin.

Li gel wê jî hemû civîn û lihevkirinên ji bo herêmê pêk tên di bin navê “Kêmkirina şer” de çêdibin.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Ceyş El-Siwar Ehmed Ebû Sultan ango Ebû Erac li ser vê rewşa heyî ya Idlibê axivî.

Ebû Erac, destnîşan kir ku hemû lihevkirinên ji bo Idlibê bi serneketin.

Ji bo bûyerên li Idlibê Tirkiye di rewşek zehmet û şeromk de ye.

Ebû Erac li ser hewldana Tirkiyê ya tevlihevkirina çeteyên Cebhet El-Nûsra û çeteyên bi navê “Artêşa Niştimanî” jî ev tişt anî ziman:

Tirkiyê dixwaze bi vê yekê sazumaniyekê ava bike da ku Hêzên Sûriya Demokratîk têk bibe.

Lê hemû hewdanên binketî îsrara QSD’ê ya pêşdeçûnê û rizgarkirina herêman zêde dike.

Berê vê hêzê jî di demên pêş de li Efrînê ye.”

Leave a Reply

Back to top button