PEDRSON JI BO KOMÎTEYA DISTÛRÊ SERDANA ŞAMÊ DIKE

Li Sûriyê ji ber nakokiyên dinavbera aliyan de distûra Sûrî nayê çêkirin.

Bi taybetî jî her 3 welatên xwe weke garantorên herêmê dibînin, bi ti awayî lihev nakin.

Ji bo avakirina komîteya distûrê Nûnerê NY Geir Pedersen wê serdana Şamê bike.

Nûnerê NY Geir Pedersen wê bi wezîrê karên derve yê rejîma Sûriyê Welîd Muellim re hevdîtinekê li ser komîteya destûrî pêk bîne.

Piştî îstifaya De Mistura, Pedersen erka avakirina komîteya destûrî wergirt.

Lê ji ber nakokiyên dewletên garantor, bi taybet navbera Rûs û Tiriye de komîteya destûrî nayê avakirin.

Dewleta Tirkiyê ya dagirker hewl dide ku çeteyên Cebeht EL-Nusira têxe nav rêxistineke nû de daku derbasî nav komîteya danînê Destûrê bibe.

Rûsiya vê yekê red dike û ji Dewleta Tirkiyê dixwaze ku wan rêxistinên terorsit jihevxîne û hemî bingehan radest Rêjîma Sûrî bike.

Li aliyekê ku hewildanên danustandinê yên NY tên kirn û li aliyê din jî li rejîm Sûrî jî êrîşên xwe yên li ser herêmên bêçek zêde dike.

Leave a Reply

Back to top button