EL-MISMARÎ: DEWLETA TIRK KOMÊN ÇETE DERBASÎ LÎBIYA DIKE

Dewleta Tirk a dagirker, êdî weke çavkaniya krîza li Rojhilat Navîn e.. Li kîjan welatê çete hebin, Dewleta Tirk li pişta wan e. Herî dawî berdevkê Artêşa Nişîtmanî ya Lîbyayê ragihand ku, destê Dewleta Tirk di şerê li Lîbyayê de heye û Tirkiyê çek û cebilxaneyê ji komên çete yên li Lîbayayê re dişîne.

Di kongreyek çapameniyê de Berdevkê Atêşa Niştîmanî ya Lîbiya Ehmed El-Mismarî diyar kir ku Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê bi komêm terorîstan ên ku desteka xwe yekser ji Tirkiyê digirin re şer dike.

Ehmed El-Mismarî destnîşan kir ku keştiyên tijî cebilxane û terorîst ji Tirkiyê bi riya deryayê di Maltayê re derbas dibe û digihêje Misrata.

Mismarî da zanîn ku endamên El-Nusra yên ku li Sûriyê şer kirine bi riya balafiran ber bi Lîbyayê têne veguhestin.

Berdevkê Artêşê ragihand ku, ne dûr ev çete di demên pêşiya me de, êrîşên xwekuj û teqînan pêk bînin..

Komên çete yên li Sûrî û Iraqê û bi taybet DAIŞ’ê bi awayekî rastrerast piştgriya xwe ji Dewleta Tirk digirtin..

Ji xwe lixwemikurhatinên van çeteyan, ev piştgiriya Dewleta Tirk bi wan re, piştarst dibe..

Bi vê yekê eşkere dibe ku, çavkaniya krîza li Rojhilata Navîn Dewleta Tirk e.

Leave a Reply

Back to top button