ÇETEYÊN DEWLETA TIRK PERESTGEHA “ŞÊX MIHEMED” LI NAVÇEYA CINDIRÊSÊ RÛXAND

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro bi dehêm topan gundê Soxankê yê girêdayî Şêrawayê ku sivîl tê de ne topbaran kir.
Her wiha bi armanca tunekirin çanda Kurdî, dagirkeriya Tirk di hilweşand û rûxandina deverên dîrokî de dewam e.
Li aliyekî din di nava çeteyên dewleta tirk a dagirker yên li Efrînê de jî şer û pevçûn didome.

Bi armanca tunekirin taybetmendiya netewî û jiholrakirina çanda Kurdî li Efrînê, dagirkeriya Tirk di hilweşand û rûxandina deverên dîrokî de dewam e.

Vê carê jî perestgeha “Şêx Mihemed” a li navçeya Cindirêsê bû hedefa kiryarên dij-mirovahiyê yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker.

Hat zanîn ku çeteyên dagirkeriya Tirk perestgeha “Şêx Mihemed” a li gundê Miskê yê navçeya Cindirêsê hilweşand.

Di heman çarçoveyê de jî, mizgefta gund rastî heman talanê hat..

Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku çeteyan hemû tiştên di hundir mizgeftê de dizîn.

ÇETEYÊN DEWLETA TIRK GUNDÊ SOXANKÊ TOPBARAN KIR

Her Wiha îro artêşa dewleta Tirk a dagirker bi dehên topan ji gundê Kîmarê, gundê Soxankê yê Şêrawaya Efrînê ku sivîl tê de ne topbaran kir.

LI GUNDÊ ŞADÊRÊ KALEMÊREKÎ 70 SALÎ JI ALIYÊ ÇETEYAN VE HAT REVANDIN

Li aliyekî din vê dawiyê çeteyan kiryarên revandinê li gundên girêdayî navçeya Şêrewa zêde kirin.

Hat zanîn ku çeteyan kalemêrekî 70 salî yê bi navê “Mihemed Heyder” ji gundê Şadêrê revand.

Piştî 20 rojan jî serbest hate berdan, lê li şûna wî hinekên din hatin revandin.

Çavkaniyên li herêmê dibêjin ku armanc ji vê yekê pêkanîna fişar û tengezariyan li ser şêniyên gund e.

DI ENCAMA ŞERÊ ÇETEYAN Ê XWE BI XWE DE, ÇETEYEK HAT KUŞTIN Û 4 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Çeteyên dewleta tirk yên ku ti hovîtî ne maye li şêniyan Efrînê ne kirine, niha jê êdî bi xwe şerê hev dikin.

Herî dawî di navbera çeteyên bi navê ”Sultan Murad” û çeteyên bi navê ”Elcebha Elşamiya” şer rû da û di encam de çeteyek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button