ŞERVANÊ YPG’Ê ÇIYAGER LI DÊRIKÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HAT OXIRKIRIN

Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê û Girkê Legê cenazeyê şervanê YPG’ê Çiyager bi merasîmekê li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxirkirin.

Şervanê YPG’ê Yezen Mihemed Şerîf bi nasnav Çiyager 13’ê Nîsanê dema bi erka xwe radibû li gundewarê Dêrazorê şehîd bû.

Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê û Girkê Legê cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Hêzên Leşkerî û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn gotin,

Şehîdan ji bo pêkanîna aştiyê û jiyaneke azad têkoşiyan û di oxira wê de jiyana xwe berdêl da.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nava slogan û tilîliyên dayikan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button