TEV-DEM CEJNA ÇARŞEMA SOR BI PEYAMEKÊ LI GELÊ ÊZIDÎ PÎROZ KIR

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi peyamekê cejna Çarşema Sor ango sersala civaka êzidî li tevahiya gelê êzidî û gelên herêmê pîroz kir.

Di peyama TEV-DEM`ê de wiha tê gotin:

Di demekê de ku em cejna Çarşema Sor pîroz dikin, hêzên me yên qehreman YPG, YPJ, QSD, YBŞ û YJŞ’ê terora ku hewl dida nirxên ruhî yên ola êzdayetî li Şengalê tune bikin, têk birin.

Ev serkeftin bersiva komkujiyên ku komên çete pêk anîne.

Ji ber vê yekê baweriya me mezin e ku gelê Kurdistanê û gelên herêmê wê hêvî û xewnên xwe yên jiyaneke birûmet, îradeyeke azad bi rihê Tawûsê Melek pêk bînin.

Bi vê wesîleyê xweşiya cejna Çarşema Sor bi azadiya rêber Ocalan û rizgarkirina Efrîn û tevahî xaka Sûriyê ji hêzên terorîst û alîkarên wê dewleta faşîst a Tirkiyê temam bibe.

Em bang li hemû hêzên aştîxwaz ên cîhanê û hemû gelên Rojhilata Navîn dikin ku hevgirtina li gorî rastî û rêgezên jiyana hevbeş, biratiya gelan û çarenûsa yek ava bikin.

Em cejnên xwe yên olî, neteweyî û niştîmanî li gorî felsefeya neteweya demokratîk bidin jiyîn.

Leave a Reply

Back to top button