LEYLA XALID YA FILÎSTÎNÎ SERDANA LEYLA GUVEN KIR

Li dijî tecrîdê berxwedan her ku diçe mezintir dibe.
Berxwedana pêşenga çalakgerên greva birçîbûnê Leyla Guven tevî hemû zehmetiyan jî bi biryar di roja 159’an de dewam dike.
Ji bo piştevaniyê Endama Polîtburo ya Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê Leyla Xalid serdana Guven kir.
Leyla Xalid got:
Gelê kurd û Filistînî ne ji bo mirinê tê-dikoşin.
Em ji bo jiyanek birûmet li ber xwe dide.

Çalakiyên grevên birçîbûnê bi pêşengtiya Leyla Guven bi îradeyek mezin li dar e.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe 159 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye.

LEYLA XALID YA FILÎSTÎNÎ SERDANA LEYLA GUVEN KIR

Endama Polîtburo Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê Leyla Xalid serdana Leyla Guven kir.

Guven ji ber serdana Leyla Xalid kêfxweyiya xwe anî ziman û got:

Hûn di ser ser û çavan re hatine.

Navê we her dem di nava têkoşina tevgera azadî de heye.

Ez nikarim zêde bi axivim. Li qisûra min nenerin.

Em gelê mafdar ên kurd û Filistin in. Em ê teqez bi ser bikevin.

Me duh li ber xwe da em li ber xwe didin emê sibê jî li ber xwe bidin

Guven di dawiya serdanê de zendik û desmalek diyarî Leyla Xalid kir.

LEYLA XALID: DENGÊ LEYLA GUVEN DENGÊ AZADIYÊ YE

Endam Polîtburoya Eniya Rizgariya Gel a Filîstînê Leyla Xalîd piştî serdana Guven daxuyaniya çapemeniyê da.

Leyla Xalid got:

Jinek pirr bi hêz e. Ew şervanek azadiyê ye. Ew parlamenterek e. Tenê ji bo pêkanîna hiqûqê dikeve greva birçîbûnê. Ez bi bawerim birêz Ocalan ji bo tecrîda li ser naxwaze ku mirovek jiyana xwe ji dest bide. Min ji Leyla Guven re heman tişt got. Ev tiştek di çanda me de nîne. Em ne ji bo mirinê em ji bo jiyan bikin li berxwe didin e. Ya em ê serkeftinê bi dest bixin an jî em ê li ber xwe bidin.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI WANÊ DIDOME

Greva birçîbûnê ya li Wanê ku hefteya bihurî ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê dest pê kir, didome.

Çalakgeran ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê bang kirin û gotin;

Dengê xwe bilind bikin, xwedî li berxwedana grevên birçîbûnê derkevin.

BÛLDAN: DI PÊVAJOYA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DE KURD Û HDP’Ê TENÊ MAN

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê hatiye asta pir kirîtîk û wiha got:

Grev hatiye sînorê ku bûyerên nexêr pêk bên. HDP û Kurd di pêvajoya greva birçîbûnê de bi tenê hatin hiştin.

Divê her kes ji bêdengiyê derkeve û dengê xwe bilind bike.

Tevî çalakiya Guven, çalakiya li girtîgehên Tirkiyê jî bi biryar li dar e.

Çalakiya koma despêkê ya girtiyên girtîgehên Tirkiye 121 roj in didome.

Ji 1’ê Adarê ve jî bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ev çalakî jî di roja 46’an de ye.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe li malê dewam dikin.

Leave a Reply

Back to top button