Li cihê ku çeteyên dewleta tirk a dagirker lê heye, şer û ne aramî heye.
Bi taybetî jî Bab.
Li bajarokê Qubasîn ê Babê teqînek pêk hat û gelek sivîl birînda bûn.
Teqîn bi motorsîklêteke bombebarkirî li navenda bajarokê Qubasîn a Babê yê dagirkirî, pêk hat.
Di encama teqînê de gelek sivîlî birîndar bûn.
Çeteyên koma “Furqet El-Hemzat” a dewleta tirk a dagirker beriya du rojan jî êrîşî kampek a koçberan kirin.
Çeteyan gule bi aliyê kampê ve reşandin û di nava koçberan de tirs çêbûbû.