LI REQAYÊ 8 MAYÎN HATIN BÊBANDORKIRIN

Xebata Tîma Roj Ramko ya bêbandorkirina mayinan ku ji bermahiyên DAIŞ`ê ne, didomîne.
Tîmê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li reqayê 8 mayin bê bandor kirin.

Tîma Roj Ramko li herêma Panorama ya ku dikeve başurê Reqayê 8 mayîn bê bandor kir.

Berpirsê tîma bêbandorkirina mayinan Mistefa Salih derbarê mijarê axivî û got:

“Tevî ku mayin zêde bi hev ve girêdayî bûn, lê di dawiyê de me bê bandor kirin.

Me heta niha zêdetirî 15 hezar mayinên ji bermahiyên komên DAIŞ’ê yên li bajarê bê bandor kirine.

Salih diyar kir ku ew ê ji bo parastina ewlehiya sivîlan xebata xwe li bajêr bidomînin.

Leave a Reply

Back to top button