RÊVEBERIYA XWESER A EFRÎNÊ:PÊŞÎ LI QIRKIRINA ETNÎKÎ YA LI EFRÎNÊ BIGRIN

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrîn û bêdengiya cîhanê şermezar kir. Rêveberiyê bang li raya giştî ya cîhanê kir ku pêşî li qirkirina etnîkî ya li Efrînê, bigire.

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê li Kampa Berxwedan a navçeya Fafîn ya Şehbayê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endamê rêveberiya xweser a herêma Efrînê Ebiduhemîd Bekrî ve hate xwendin.

Rêveberiyê di daxuyaniyê xwe de balkişand li ser bipêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn û wiha got:

Ev zêdetirî salek derbas bû û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hemû rêbazên şer li hemberî erdnîgarî û gelê Efrnê dewam e dike.

Ev kirin bi lihevkirina û peymanên dewleta Rûsî re çêdibe , da ku yekbûna xaka sûriyê perçe bikin.

Em helwesta dewleta Rûsya û rejîma Sûriyeyê şermezar dikin.

Ji ber ku tecrîbeya Lîwa El-Iskenderon wê careke din li Efrîn dubare bibe.

Her wiha bêdengiya wan derfetê dide Tirkiyê ku DAIŞ ji nûve zindî bike.

Rêveberiya Xweser banga hişyariyê li hemû gelê Efrînê yên ku niha li Şehbayê kir ku li hemberî pêngavên şerê taybet ya dewleta Tirk bisekinin.

Û heta rizgarkirina Efrînê bi erka xwe ya dîrokî rabin.”

Leave a Reply

Back to top button