GULEYA DOÇKA YA JI BERMAHIYÊN DAIŞ’Ê BI 5 ZAROKAN VE TEQIYA

Li herêma Kenterî ya kantona Girê Spî guleyeke doçka ya ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê bi 5 zarokan ve teqiya û zarok birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewelkariya Hundirîn a kantona Girê Spî bi daxuyaniyê ev agahî dan:

Îro di seatên piştî nîvro de guleyeke doçka 23, bi 5 zarokan ve teqiya.

Piştî bûyerê tîmên awarte, destwerdana lezgîn û ewlehiya rêyan dimildest çûn cihê teqînê û zarok rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî xebatkarên nexweşxaneyê rewşa hin zarokan giran e.

 

Leave a Reply

Back to top button