WEZÎRÊ KARÊ DERVE YÊ ÎRANÊ Û BEŞAR ESED PIŞTÎ LI HEV DICIVIN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser vexwendina fermî ya serokê rejîma Sûrî Beşar Esad, îro serdana Sûriyê kir.

Li gorî ragihandinên fermî yên Îranê serdan ê rojekê bidome.

Têkildarî armanca hevdîtinê ti agahiyek ne hatiye parvekirin.

Lê tê gotin, wê mijarên herêmî û navnetewî yên girêdayî rewşa siyasî ya welatên herêmê di hevdîtinan de werin destgirtin.

Piştî serdana Sûriyê çavlirêye ku Cewad Zerîf sibe serdana Tirkiyê bike.

Hêjayî gotinê ye ku ev hevdîtin piştî Amerîka 9’ê Nîsana 2019’an bi awayeke fermî Hêzên Pasdarên Şoreşger ên Îranê xistibû lîsteya terorê hat.

Balkêş e ku di roja ku biryara Amerîkayê dikeve meriyetê de Zerîf derket geşta hevdîtinan li gel Sûriye û Tirkiyê.

Her wiha Rûsya jî diyar kiri bû ku dibe her kêlî alozî bi dewletên endamên NATO’yê re pêk were û ji bo vê jî hişyariyeke tund dabû Amerîka û NATO’yê.

Leave a Reply

Back to top button