KONGREYA STAR A EFRÎNÊ JI RÊJÎMA SÛRIYÊ XWEST KU HELWESTA XWE LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ ZELAL BIKE

Kongreya Star a Efrînê bi daxuyaniyekê nivîskî ji rejîma Sûriyê xwest ku helwesta xwe li hember dagirkeriya Tirkiyê zelal bike.

Kongeraya Star di daxuyaniya xwe de wiha got:

Dewleta Tirk a dagirker ji bo gihandina armancên xwe Efrîn dagir kir û sivîl kuştin û gel wê koçber kir.

Bi dagirkirina Efrînê re êşkence li sivîlan kirin, sivîl revandin û fitne di nava gelan de belav kirin.

Heta roja me ya îro zext û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê dewam dike.

Ji bo ku kesên di Efrînê de mayî bide koçberkirin, guhertina demografîk li herêmê çêkir.

Kongreya star binpêkirinên der heqê gelên herêmê de red kir û teqez kir ku ew ê li pêşiya siyasetên dagirker bisekinin.

Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û di serî de rejîma Sûriyê dikin ku bi erka xwe rabin.

Leave a Reply

Back to top button