KAMPA EYN ÎSAYÊ HEJAMAR KOÇBERÊN DI KAMPÊ DE ZÊDE BÛNE

Li Eyn Îsayê di kampa koçberan de 13 hezar koçber hene.
Gelek sedemên li pêşiya vegera koçberan a ji warên wan re dibin asteng.
Ji aliyê xwe ve rêveberiya kampê bang li rêxistinên ku kar dikin kir ku girtekên pêwîst bigirin da ku koçberan teşwîqî vegerê bikin.
Li aliyekî din ji ber barana zêde ya van rojên dawiyê derdora hezar û 200 konên kampa Erîşa zirar dîtin.

Bi deha hezaran koçberên ku ji bajarên Sûriyê yên dibin serweriya rêjîma Sûriyê û herêmên ku dewleta Tirkiyê û çeteyên wê dagir kirine, xwe spartine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Bi taybet kampên ku rêveberiyên xweser ava kirine.

Tenê li kampa Eyn Îsa zêdeyî 10 hezar koçberên Sûrî lê ne.

Li gorî serjimariya rêveberiya kampê, hejmara koçberan wiha ye:

Bajarê Reqayê 3 hezar û 115

Dêrazorê 8 hezar û 73

Heleb hezar û 56

Idlib 48, Hema 64

Himis 162 koşber û Iraqê 518 penaber.

Koçberên ji bajarê Medan ê gundewarê rojhilatê Reqayê ku di bin destê hêzên rejîma Sûrî de ne li ser mayîna xwe ya li Kampê axivîn û wiha gotin:

Sedema mayîna me di nav kampê de ewlehiya ku li herêmê peyda dibe.

Peydabûna derfetên jiyanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berovajî rewşa bajarê me ne.

Rêveberiya kampa Eyn Îsayê jî bi hevkariya hindek rêxistinan pêwîstiyên koçberan ji alîkariyan û peydakirina derfetên kar pêşkêş dike.

Hevserokê rêveberiya kampê bang li rêxistinan ku desteka pêwîst ji koçberan re pêşkêş bikin ji bo ku malên xwe ji nû ve ava bikin.

LEHÎ Û PAŞGUHKIRINA RÊXISTINAN, ZEHMETIYÊN KOÇBERAN ZÊDE KIRIN

Li aliyekî din jî di encama lehiyên di van demên dawîn de hezar û 200 konên kampa Erîşê zirar dîtine.

Koçberê bi navê Mihemed Mehmûd El-Salih diyar kir ku rewşa kampê ji tevahiya aliyan ve trajedîk e.

Rêxistinan warê xizmetguzariyê paşguh kiriye.

El-Salih bang li rêxistinan kir ku rewşa wan di ber çavan re derbas bikin.

Endamê rêveber ê Buroya Têkiliyan a Kampa Erîşe Alan Îbrahîm jî tekez kir ku ew ê kampê li cihekî nû ava bike.

Piştre wê koçberên ji ber lehiyan zirar dîtine, veguhezîne kampa nû.

Leave a Reply

Back to top button