TIRKIYÊ: EM HERÊMÊN DI BIN KONTROLA XWE DE VENAGERÎNIN

Piştî nêzî 3 salan ji dagirkeriya Dewleta Tirk ji axa Sûrî re, dewleta tirk niyeta xwe ji vê yekê eşkere dike.
Herî dawî Tirkiyê eşkere kir ku, ew herêmên di bin dagirkeriya wê de, nema vedigerînin.

 

Berdevkê seroketiya Tirkiyê Ibrahîm Kalin name ji hikûmeta Sûrî re şand ku, radestkirina Tirkiyê ji herêmên di bin dagirkirkeriya wê de, mijarekî ne aqilane ye û teqezî li ser mabûna xwe di Sûrî de kir..

Kalin bersiv da Wezîrê Karê Derve yê Îranê ya têkildarî radestkirina hemû herêman ji Hikûmeta Sûrî re û got,

Daxwazên Rêjîmê yên vegerandina herêmên di bin destê Tirkiyê de keysbazî ye û idia kir ku welatê wî herêm bi ewle kirine..

Dewleta Tirk û çeteyên xwe, herêmên berfireh ji bakurê Sûrî xisitye bin dagirkeriya xwe û guhertineke demografîk li wir dimeşîne.

Şopênerên Rewşa Sûrî destnîşan dikin, Dewleta Tirk di nava hewldanan de ye ku, van herêman bi ser Tirkiyê ve veke..

Ev yek ji koçberkirina xelkên resen ji van herêman û bicihkirina alîgirên xwe bi awayekî zelal eşkere dibe

Û bi taybetî jî Efrînê..

Leave a Reply

Back to top button