Serê vê sibehê Serelenka çavê xwe li komkujiyan vekir.
Di 6 teqînan de, bi dehan kesî jiyana xwe ji dest da.
Li paytexta Serîlanka Kolombo, vê sibehê 6 teqîanan li 3 Otêl û 3 dêrên cuda de, rû da.
Di encamê de, herî kêm 129 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 300 kes birîndar bûne.
Ajansa Frans Press jî li ser zimanê berpirsên nexweşxaneya Kolombo ragihand ku, “wan 80 kesên birîndar pêşwazî kirine û hîna jî tên”
Ev teqîn hemwextî pîrozkirina cejna “Qiyamtê” pêk hat.