CENAZÊ SÎPAN CAFER Û FARÛQ SEMO JI ALIYÊ SEDAN KESÎ VE HATIN OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Hesekê û Dirbêsiyê 2 cangoriyên azadiyê bi merasîmên cuda li goristanên şehîdan oxirkirin. Di merasîma li Hesekê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya 2 şervanên QSD’ê eşkere kir.

Şervanê YPG’ê Sîpan Cafer bi nasnav Xwînrij Welat 13 Nîsanê li gundê Baxoz ê Dêrazorê di dema kar û barên paqijkirina herêmê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şehîd ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, YPG’ê, TEV-DEM’ê, QSD’ê û Malbatên şehîdan axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin, ji bo dilsoziya bi şehîdan re divê destkeftiyên ku bi saya wan hatin bidestxistin werin parastin.

Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên şervanên QSD’ê Ehmed El-Huseynî bi nasnav Mêrxas û Zekeriya El-Îsa bi nasnav Jiyan Hesekê eşkere kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava slogan û tilîliyên dayikan de hate oxirkirin.

ENDAMÊ HÊZÊN ASAYÎŞÊ FARÛQ SEMO
LI DIRBÊSIYÊ JI ALIYÊ SEDAN KESÎ VE HAT OXIRKIRIN

Endamê Hêzên Asayîşê Farûq Semo di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê navçeya Dirbêsiyê ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê û Partiya Çep a Kurd axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û gotin bi keda şehîdan planên dijmin têk çûn.

Her wiha bang li gelê Kurd hate kirin ku yekîtiya xwe ava bikin.

Girseya gel cenazeyê şehîd di nava sloganan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button