YURÎ BORÎSOV: HEFTEYA BÊ WÊ RÛSIYA BENDERA TARTÛS JI RÊJÎMA SÛRÎ 49 SALAN KIRÊ BIKE

Rayedarekî Rûsyayê piştî civîna bi serokê rejîma Sûriyê re da zanîn ku wê welatê wî bendera Tartûsê ya Sûriyê di hefteya bê de ji bo 49 salan kirê bike.

Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Yurî Borîsov piştî civîna bi serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esad re ji rojnamevanan re axivî.

Yurî Borîsov ragihand ku hefteya bê wê Rûsiya bendera Tertûs ji bo veguhestin û xebatên abûrî ji rêjîma sûrî 49 salan kirê bike.

Tê zanîn ku Moskov û Şamê di demên derbasbûyî de, hevpeymana berfirehkirina navenda alîkariyên darayî û teknîkî yên girêdayî keştîgelan ên Rûsyayê li Tartûsê mohr kirine.

Li gorî hevpeymanê wê 11 keştiyên şer ku di nava wan de yên nukleer jî hene wê heta 49 salan li bendera Tartûsê bimînin.

Li ser vî esasî parlemana Rûsyayê di 2017`an de hevpeymanek bi Şamê re piştrast kir da ku hebûna Rûsyayê li Sûriyê mîsoger bike û rê li pêşiya hebûna leşkerî li baregehên deryayî û ezmanî veke.

Leave a Reply

Back to top button