DAYIKÊN GIRTIYAN: BANG LI ERDOGAN KIR BILA TU XWEDÎ WIJDAN BE

Li dijî tecrîdê, çalakiyên cûda yên li derveyî girtîgehan jî dewam in. Dayikên li ber Girtîgeha Gebzeyê ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de nobetê digirin û bi êrîşa polîsan re rû bi rû dimînin. Dayîkan bang li Serokomar Erdogan û rayedarên din kirin û gotin: “Xwedî wijdan bin!” Her wiha Seroka Weqafa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci,jî derbarê grevê de bal kişand ser çend xalan.

Malbatên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de ne di roja 12’emîn de xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobetê pêk bînin.

Polîsan carek din malbatan asteng kirin û qedexekirina çalakiyan a Walîtiya Kocaeliyê wek hincet nîşanî malbatan dan.

Herî dawî di 19’ê Nîsanê de polîsan bi jopan êrîşî wan kir.

Her sê dayikên bi şideta polîsan re rû bi rû man, behsa wê kêliyê kirin.

Dayikên li ber Girtîgeha Gebzeyê ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de bang li Serokomar Erdogan û rayedarên din kirin û gotin:

“Xwedîwijdan bin!”

PROF. FÎNANCI DER BARÊ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DE BAL KIŞAND SER ÇEND XALAN

Seroka Weqafa Mafên Mirovan a Tirkiyê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci jî li ser rewşa çalakgerên greva birçîbûnê axivî.

Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, bal kişand ser hin xalên ku divê çalakgerên greva birçîbûnê hay ji wan hebin u got:

Divê tiştên avî û ava paqij pir bên vexwarin, xwê, şekir, karbonat û vîtamîna B bê xwarin û di warê temaşkirinê de jî divê pir baldar bin.

Leave a Reply

Back to top button