ÇETEYÊN SILÊMAN ŞAH DEST DANÎNE SER %80 JI XANIYÊN NAVÇEYA ŞIYÊ

Ji roja despêkê ya dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê li ser Efrînê mal û milkê Efrîniyan hat talankirin.
Çeteyên ku tiştek ne ma ku ne dizîne, niha jî rêbazên nû didin meşandin.
Di demên dawiyê de çete li ser malan de digrin û şêniyan direvînin.
Di berdêla her kesekê de jî ji 500 heya 3 hezar dolar pereyan dixwazin.

Beriya demekê Ehmed Hesen, ku serokê meclîsa navçeyê ya ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatibû avakirin, istîfa kir.

Tevî avakirina wan meclîsan jî, lê biryar û fermanên giştî di destê komên çete yên çekdar de ye.

Ji xwe beriya çend mehan, cîgirê serokê meclîsê Ehmed Şêxo di bin êşkenceyê de hat kuştin.

Tenê ji sedî 20 ji şêniyên navçeya Şiyê di xaniyên xwe de ne.

Ji sedî 80’yê din jî, ji aliyê çeteyan ve hatine dagirkirin û malbatên xwe tê de bi cih kirine.

Leave a Reply

Back to top button