Li Minbicê çeteyeyek ku destê wî di bicihanîna mayina li ser rêya Cizîrû ya bajarê Minbicê de hebû , hat girtin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe ya fermî têkildarî girtina vî çeteyî agahî parve kir û wiha got;
Îro Tîmên me yên endezyariyê mayînek ku li ser rêya Cizîrê hatibû bicihkirin bê bandor kir.
Piştî wê yekîneyeke antîterorê 2 kesên têkildarî bûyerê gumanbar, şopandin.
Yekîneya Antîterorê yek ji wan çeteyan girt.
Wî çeteyî jî di lêpirsînê de li xwe mikur hat ku ew girêdayî şaneyên Dirî Firat e .
Desteka xwe ji Tirkiyê digire û armanca wan ew e ku aramî û ewlehiya bajêr tevlihev bike.
Navendê diyar kir ku yekîneyên wan miqdarek ji mayinên bi çete re girtin.