“NE DÛR E DAI’Ş ÊRÎŞÎ KAMPÊN KOÇBERAN BIKE Û XWE JI NÛ VE VEJÎNE”

Navenda Lêkollînên Şer ISW li waşntonê di raporeke xwe ragihand ku, DAIŞ hewl dide xwe jinûve li Sûrî û Iraqê vejîne..Bi vê yekê li derfetan digere da ku êrîşan li dijî hêzên leşkerî pêk bîne.

Rapora navenda lêkolînên şer diyar kir ku, hewldana DAIŞ’ê ji vê yekê tê ku, êrîşên xwe li Mûsil, Felûca û Reqa zêde kiriye.

Rapor balê dikşîne ser serkeftina QSD’ê ya li dijî veguherstina bi deh-hezaran ji koçber û malbatên DAIŞ’ê ji Kampan re û vê hişyariyê dide.

Ne dûr e DAIŞ êrîşan li dijî kampan pêk bîne û bikaribe xwe jinûve vejîne.

Rapor gelek deverên ku DAIŞ li Iraqê lê çalak e destnîşan kiriye.

Ew jî ev in,

Li nêzî Bexdayê bi taybet li çargoşeya Başûr Rojava ya derdora paytextê.

Bi vê yekê dixwaze xeta xwe ji Bexda bighîne parêzgeha Enbar û Başûrê Bexdayê.

Bakurê Babilê..tê texmînkirin ku DAIŞ’ê ji vir êrîşan li ser Baxdayê rêxistin bike.

Her wiha navend hişyariyê dide ku, DAIŞ’ê toreya xwe li hundirê herêmên başûrê Kurdistanê jî berfireh dike.

Leave a Reply

Back to top button