KJK: WÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ DAYIKAN NEYÊ JIBÎRKIRIN Û WÊ BÊ HESAB NEMÎNE

Koordînasyona Komeleya Jinên Kurdistanê KJK’ê êrîşa polîsên dewleta Tirk a li Gebze û Qoserê li dijî dayikên Kurd bi tundî şermezar kir. KJK’ê got: Her polîsên faşîst ên AKP’ê divê zanibin tiştên li dijî dayikên me kirine wê neyên qebûlkirin û ew ê bê-hesab nemînin.

Polîsên Tirk roja Înê li Gebzeyê êrîş biribûn ser dayikên ku çalakiya rûniştinê kiribûn.

Piştî rojekê jî li navçeya Qoserê ya Mêrdînê êrîşî dayikan kiribûn.

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîş bi tundî şermezar kir.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de wiha got;

Berxwedana li dijî tecrîdê li her derê belav bûye.

Lewma berpirsyariya xwedîderketin û xurtkirina têkoşîna li dijî tecrîdê ku bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin, dikeve ser milê hemu jinan û gelê me.

Dayikên me bi rengê herî xurt xwedî li vê berxwedanê derdikevin û her roj li dijî her şêweyên zordariyê li ber xwe didin.

Ji ber ku me roja destpêkê nekarî li dijî êrîşa polîsên AKP’ê daxuyanî bidin, em rexnedayina xwe didin dayikên xwe, jinên berxwedêr, girtiyan û gelê xwe.

Divê were zanîn, KJK êrîşên faşîzan ên li dijî dayikên me qebûl nake, bi tundî şermezar dike.

Em ê vê nêzîkatî û êrîşa bêwijdan û faşîzan a polîsên AKP’ê ya li dijî dayikên xwe ti carî ji bîr nekin û hesabê vê bipirsin.

Wezîfeya her jinên Kurd, jin û ciwanên Tirkî ye ku hesabê êrîşa li dijî dayikan bipirsin, li dijî vê têbikoşin, dayikan bi tenê nehêlin.

Dema desthilatdariya AKP-MHP’ê li pêşberî pêngava me ya azadî û berxwedanê tengav dibe, dest bi êrîşan dike.

Lê em êdî zilm û lîstikên faşîzmê baş nas dikin.

Lewma em ê li pêşberî êrîşan teslîm nebin, heta ku dîwarên Îmraliyê hilweşînin, Rêbe Apo azad bikin, em ê li ber xwe bidin.

Leave a Reply

Back to top button