QSD’ê li Dişîşayê bi sedan mayîn rakirin

Tîmên taybet ên rakirina mayînan ên girêdayî QSD’ê di operasyona lêgerînê li bajaroka Dişîşayê de bi sedan mayîn rakirin û bê bandor kirin.

Di qonxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ku ji aliyê QSD’ê ve destpê kiriye de, şervanên QSD’ê di 17’ê Hezîranê de bajaroka Dişîşayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, bi armanca paqijkirina bajêr ji bermahiyên şer û vegera şêniyan, tîmên taybet ên rakirina mayînan operasyona lêgerînê da destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de bi sedan mayîn hatin rakirin û bê bandorkirin.

Operasyona lêgerînê berdewam e.

Bajaroka Dişîşayê yek ji mezintirîn bagerên çeteyên DAIŞ li ser sînorê  Sûriyê – Iraqê ye.

(bb)

ANHA

Leave a Reply

Back to top button