120 hezar kes ji başûrê Sûriyeyê koçber bûn

120 hezar kes ji destpêka şerê li başûrê Sûriyeyê ve ji malên xwe koçber bûn. komserê Mafên Mirovan ê NY’ê Emîr Zîda Bin Reed El-Hisên hişyarî da ku ji ber şerê li başûrê Sûriyeyê karesata insanî pêk were.

Navneda Çavdêriya Mafên Mirovan (Mersed Sûrî) roja pêncşemê diyar kir ku ji destpêka êrîşa li ser başûrê Sûriyeyê ve zêdetirî 120 hezar welatiyên başûrê Sûriyeyê ji malên xwe koçber bûne. Hêzên rêjîmê ji 19’ê Hezîranê ve êrîşî herêmên başûrê Sûriyeyê dikin û hîn jî êrîşa xwe didomînin.

Mersed Sûrî diyar kir ku bi deh hezaran welatiyên başûrê Sûriyeyê li ber sînorê Urdinê kom bûne û bi hezarên din berê xwe dan aliyê girên Golanê û destnîşan kir ku beşek mezin ji welatiyan berê xwe daye rojhilatê parêzgeha Derayê, bi taybet piştî pêşketina hêzên rêjîmê ya li herêmê. Hate gotin ku beşek ji welatiyan jî berê xwe da herêmên di bin destê hêzên rêjîmê de.

komserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Emîr Zîda Bin Reed El-Hisên roja înê got ku sivîlên ji parêzgeha Dera ya başûrê rojavayê Sûriyê têne bombebarankirin û hatine çemberkirin û destnîşan kir ku berê li Xûtaya Rojhilat jî heman rewş pêk hatiye û hişyarî ji bo rewşa koçberan da.

Leave a Reply

Back to top button