Başûrê Sûriyeyê… Îtîfaqa Rûsya û Amerîka Tirkiyeyê tengav dike- 1

Nexşerêya leşkerî ya li başûrê SûriyeyêNexşerêya leşkerî li başûrê Sûriyeyê tê guhertin, li vir gelek komên çekdar ên xwedî nêrînên cuda hene û alîkariyê ji gelek dewletên herêmî yên wekî Tirkiye, Îsraîl, Erbistana Siûdî û Qatarê werdigirin. Li wir her wiha Cebhet El-Nusra û DAIŞ jî hene.

ROJ MÛSA / NAVENDA NÛÇEYAN

Hin çavkaniyên leşkerî guman dikin ku hejmara endamên komên çekdar û çeteyan li başûrê Sûriyeyê bi qasî 30 heta 40 hezaran in û serweriya herêmên Deraa, Geliyê Yermûk û Şamê, Siwêda û Quneytera dikin.

Nêrînên van koman gelekî ji hev cuda ne, komên çete alîkariya xwe ji Tirkiyeyê û hin dewletên herêmî werdigirin û hin komên din jî xwe wek aliyê nerm bi nav dikin û li rex wan Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ’ê jî hene. Komên çekdar û çete yên li Başûrê Sûriyeyê ev in:

Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra)

Serkêşiya wê Ebû Mihemed El-Colanî dike û baskê rêxistina El-Qaîde di Sûriyeyê de ye ku di lîsteya navneteweyî de wek terorîst tê nîşandan. Di destpêka sala 2012’an de di bin navê Cebhet El-Nusra de hate avakirin. Her wiha li gundewarên Idlibê û Efrînê jî bi cih dibe û gelek tabûrên wê li Deraa û Quneytera hene. Tirkiye jî alîkarê sereke yê Cebhet El-Nusra ye û bi rêya wê ajandeyên xwe di Sûriyeyê de pêk tîne.

Cebhet El-Nusra gelek caran hewl da navê xwe biguherîne da ku xwe ji sifeta terorîst bide alî û herî dawî di Çileya 2017’an de li ser daxwaza Tirkiyeyê navê xwe bi Heyet Tehrîr El-Şam guhert. Lê dîsa jî ji lîsteya terorê ya navneteweyî nehat derxistin, ji ber ku hovîtî û kiryarên xwe li dijî welatiyên sivîl berdewam kirin.

Ehrar El-Şam

Di dawiya sala 2011’an de hate avakirin û niha Ebû Cabir El-Şêx serkêşiya wê dike. Ev tevger di şerê Sûriyeyê de bi rûreşiya xwe navdar e, nemaze ji ber ku aşkera hevkariya Cebhet El-Nusra kir û ew jî alîkariya xwe ji Tirkiyeyê û hin dewletên ereban werdigire.

Cebhe El-Cenûbiyê (Eniya Başûr)

Ev kom ji hevgirtina 56 tabûrên çekdar ên li başûrê Sûriyeyê pêk tê û di 13’ê Sibata 2014’an de hat avakirin û yek ji mezintirîn hevbendiyên leşkerî di Sûriyeyê de ye. Niha serweriya nêzî ji sedî  70 ji parêzgehên Deraa û Quneytera dike.

Eniya Başûr rasterast bi alîkariya Navenda Çalakiyên Leşkerî (MOK) ku navenda wê li paytexta Urdinê Umanê ye hatiye avakirin. Di encamê de li gorî gelek çavdêrên leşkerî ev kombûn rengekî xwe yê birêxistinkirî wergirt û di nava wê de tabûrên nerm cihê xwe digirin û ji aliyê Beşar El-Zuxbî û cîgirê wî Ziyade Fehd ve tê birêvebirin.

Ev kombûn alîkariya xwe rasterast ji Fransa, Erebistana Siûdî, Qatar, Îmarat, Urdin û Amerîkayê werdigire. Her wiha li rex alîkariya bi hin komên din ên çekdar û çete re di Sûriyeyê de yên wekî Artêşa Ehrar El-Eşarêr, Artêşa El-Cenûb, Artêşa Mexawîr El-Sewra, Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra), Tugayên El-Firqan, Cebhet Ensar El-Îslam, Koma Beyt El-Meqdês, Tugayên El-Umerî, Hêza Fecir El-Îslam, Tugaya Amûd Horan, Tugaya Tewhîd Ketaêb Horan.

Di hemleya leşkerî ya dawîn de ku rêjîma Sûriyeyê li başûrê Sûriyeyê di 19’ê Hezîrana 2018’an de daye destpêkirin, Eniya Başûr peyamek ji dewletên ku alîkariya xwe jê werdigire re şand û tê de destnîşan kir ku herêm ber bi şer ve diçe, heke aliyên herêmî derbasbûna hêzên Îranê li herêma başûr erê bikin. Her wiha di peyama xwe de hebûna Rûsyayê li başûr red kir û tu rêbazan ji bo vekirina deriyê sînorê Nesîb ji bilî mercên wan qebûl nake.

Daxuyaniya avakirina Eniya Başûr https://www.youtube.com/watch?v=hrCRyCyunkA

Artêşa El-Yermûk

Di destpêka aloziya Sûriyeyê de bi damezirandina tabûra El-Yermûk re ku di dawiya sala 2012’an de dest bi xebatên xwe yên leşkerî li gundewarên rojhilatê Deraayê kiriye, hate avakirin. Ji 8 tabûrên leşkerî pêk tê, ew jî ev in: Tabûra Sehabî Usama Bin Zeyd, Tabûra Umer Bin Xetab, Tabûra El-Îmam Bin Kesîr, Tabûra Hemze Bin Ebdilmutelêb. Di destpêka sala 2014’an de Hêza El-Yermûk ku ji 14 tabûrên çekdar pêk tê, hate avakirin û ew jî ev in: Tugaya Umer Bin Xetab, Tugaya Busra El-Şam, Tabûra Panzêran, Tugaya El-Ebas Bin Ebdilmutelêb, Tugaya Sewaêq El-Yermûk, Tabûra Eknaf El-Umerî, Tabûra Şehîdên El-Mizêrîb, Tugaya Tewhîd El-Lucat, Tugaya Mertala Başûr, Tugaya El-Bera Bin Malik, Foca topavêj û fûzeyan, Foca Parastina Ezmanî, Tugaya Usama Bin Zeyd, Tabûra Hendesê û Çavdêriyê.

Artêşa El-Yermûk ji 2 tugayan li bajarê Deraayê û gundewarên wê pêk tê. Her wiha li rojhilatê bajêr li bajarokên Mehrebe, El-Teyba, Um El-Meyazin, Busra El-Şam bi cih dibe.

Çekên pêşketî di destên vê komê de li gorî çekên komên din hene. Gelek cureyên çekên sivik û navîn di destê wê de hene, her wiha tankên T72 jî ku di şerên li dijî rêjîmê de wergirtine, li ba wê hene.

Daxuyaniya avakirina tabûra El-Yermûk https://www.youtube.com/watch?v=Q9RMhENY5J0

Artêşa El-Muhtezbîllah

Gava yekemîn a avakirina vê komê bi rêya avakirina Tugaya El-Yermûd di dawiya Cotmeha 2013’an de ji 13 tabûrên leşkerî bû, ew jî ev bûn: Tabûra El-Muhtezbîllah, Tabûra Îbad El-Rehman, Tabûra Elî Bin Ebî Talib, Tabûra Eshab El-Heq, Tabûra Benî Umeya, Tabûra El-Ensar, Tabûra El-Bunyan, Tabûra Seyfullah El-Meslûl, Tabûra Qehtan Qebase, Tabûra Emced Hisên, Tabûra Bin Teymiyê, Tabûra El-Farûq û Tabûra Ehrar El-Colan.

Di encama pêşveçûnên leşkerî yên dramatîk li herêmê de, Xalid Fayiz El-Nabulsî guhertina Tugaya El-Yermûk bi Artêşa El-Muhtezbîllah ragihand ku ji Tugaya El-Muhtezbîllah, Tugaya Şehîd Welîd El-Qebêsî, Tugaya Ehrar El-Yadûdê, Tugaya El-Ensar, Tugaya El-Nesir, Tugaya Şehîdên El-Keramê, Tugaya El-Farûq Umer pêk dihat. Li deverên wekî El-Yadûdê, bakurê bajarê Deraa, bajarokê Etman bi cih dibe û xwedî endamên pispor di bikaranîna fûzeyên dij-mertalên Konkors e.

Daxuyaniya avakirina artêşa El-Muhtezbîllah  https://www.youtube.com/watch?v=y2KJ_gwcqVU

Tugaya El-Muhacirîn û El-Ensar

Kesên bi navên Îyad El-Qedûr û Xalid Fethullah serkêşiya wê dikin. Piraniya endamên wê ji serbazên malnişîn pêk tê û endamên wê di topavêj û fûzeyan de pispor in û li devera Ezreh bi cih dibe.

Tugaya El-Hesen Bin Elî

Di bin sîwana Tugayên Seyf El-Şam ên li Deraa, Quneytera û gundewarên rojavayê Şamê de tev digere. Ji aliyê Ebû Selah El-Şamî ve tê birêvebirin. Çekên pêşketî yên topavêj û fûzeyan ên wekî Taw, Konkors û Malotka di destên wê de hene.

Di kanûna 2016’an de Tugayê bi her du artêşên El-Yermûk û El-Muhtezbîllah û Tugaya El-Muhacirîn û El-Ensar re avakirina artêşa şoreşê bi serkêşiya Îyad Qedûra ragihand. Bi vê yekê serweriya van çar koman li başûrê Sûriyeyê bêtir fireh bû û bi vê yekê serweriya xwe li ser gelek xalên stratejîk ên deriyê sînor ê Nesîb ferz kir.

Daxuyaniya avakirina Tugaya El-Hesen Bin Elî https://www.youtube.com/watch?v=D3fwW6nXJRY

 Tugayên El-Firqan

Serweriya deverên li hemberî artêşa Îsraîlê ya li Colanê yên parêzgeha El-Quneytera dike û ji aliyê Ebû El-Qasim Mihemed Macid El-Xetîb ve tê birêvebirin. Tugay beriya niha li Dareya ya gundewarên Şamê heta gundewarên başûrê rojavayê Şamê ber bi El-Quneytera û gundewarên rojavayê Deraayê bi cih dibû. Têkliyên vê komê bi aliyê Îsraîlê re bi guman in, nemaze di rêbazên alîkariyê de.

Çeteyên Artêşa Xalid Bin El-Welîd ku yek ji baskên DAIŞ’ê ye, piştî xwecudakirina ji van tugayan hate avakirin.

Beşdarbûna Tugaya Xalid Bin El-Welîd a nava Tugayên El-Firqan di Tebaxa 2014’an de ku motika avakirina artêşa Xalid Bin El-Welîd bû: https://www.youtube.com/watch?v=iaz_I-xO8o4

Hêzên Hevbendiya Başûr

Di Tebaxa 2017’an de 8 komên çekdar avakirina hevbendiya xwe di bin navê Hêzên Başûr bi serkêşiya Ziyad El-Herîrî de ragihand. Evan komên beşdar jî ev in: Hêza El-Hesim bi serkêşiya Qasim El-Zên, Hêza 18’emîn bi serkêşiya Mihemed El-Dihnî, Hêza Ehrar Newa ya bi serkêşiya Ebdullah Qerahizê, Hêza Selaheddîn bi serkêşiya Ehmed El-Herîrî, Tugaya El-Umerî bi serkêşiya Cîhad El-Qetahnê, Tugaya El-Keramê bi serkêşiya Ziyad El-Herîrî, Hêza 46’emîn bi serkêşiya Ebû Mirhî û Tugayên El-Heq bi serkêşiya Îbrahîm El-Goranî.”

Li piraniya deverên parêzgeha Deraayê bi cih dibin, ji Lucat a rojhilat ber bi bakurê rojavayê Sêkoşeya El-Mewt (xala girêdana her sê gundewarên Şam, Quneytera û Deraayê).

Daxuyaniya avakirina Hêzên Hevbendiya Başûr  https://www.youtube.com/watch?v=d1x4eQzkqjE&t=35s

 Tugaya Peywirên Taybet

Di sala 2013’an de ji aliyê 7 tabûran ve hate avakirin û ew jî ev in: Seyfûllah, El-Reca, El-Ixlas, Ehbab Ellah, Ehrar El-Colan, Al El-Bêt, Ensar El-Sunne û serkêşiya wê Sehil El-Cewabîra dike û serokartêş jî Cozêf Bişara ye.

Daxuyaniya avakirina Tugaya Peywirên Taybet https://www.youtube.com/watch?v=cQkOT0OfLKw

Hêza El-Hemze

Ji gelek tabûr û komên wekî Tugaya Hemze Esedullah a bi serkêşiya sertîp Ebû Farûq, Tugaya Mucahidî Horan a bi serkêşiya albay Ebû Mihemed, Tugaya Ehfad Umer Bin Xetab a bi serkêşiya sertîp Nîdal El-Asimî, Tugaya Şehîdên Enxel a bi serkêşiya sertîp Mihemed Farûq El-Asî, Tabûra tankan, tabûra dij-balafiran, tabûra dijtankan û tabûra hewanan pêk tê.

Serkêşiya Hêza El-Hemze Sabir Sefer dike ku di adara 2014’an de li rojavayê bajarê Deraayê ev hêz ava kiriye û karibû fûzeyên Taw û hin fûzeyên din ên dij-mertalan ji dewletên alîkar wergire.

Daxuyaniya avakirina Hêza El-Hemze https://www.youtube.com/watch?v=37ib1RpDj6o

Hêza Fecir El-Îslam

Di Îlona 2014’an de li ser destên Mihemed Hesen Selamî li deverên Tefes, Etman û hin taxên Deraa û Busra El-Herîr hate avakirin. Ji gelek tabûr û komên wekî Tugaya Fecir El-Îslamî a bi serkêşiya Ehmed El-Herîrî, Tabûra Tankan, Tabûra Dij-Balafiran, Tabûra Hewanan, Tabûra Dij-Tankan, Tabûra Tenduristiyê, Tabûra Veguhastinê û Asayîşê pêk tê.

Vê komê girêdestek bi Hevbendiya Eniya Başûr re îmze kir da ku fûzeyên Taw jê wergire.

Daxuyaniya avakirina Hêza Fecir El-Îslam  https://www.youtube.com/watch?v=9KPyjaeuxz4

Cebhet Suwar Sûriye

Li gundewarên bakurê Deraayê li deverên wekî Til El-Mal, El-Têha, Til El-Hara, Eqreba û Til El-Cimûh bi cih dibe û li bakurê Sûriyeyê jî bi heman navan bi serkêşiya Qasim Necim cih digire.

Daxuyaniya avakirina Cebhet Suwar Sûriye https://www.youtube.com/watch?v=JIs_V1ubfhc

Foca Topavêjan a Yekemîn

Di topavêj û hewanan de pispor e û koma tekane ya xwedî topavêjên giran li başûrê Sûriyeyê ye. Di destpêkê de wek tugayekê di havîna 2013’an de bi serkêşiya Ebdilletîf Horanî hate avakirin û di Çileya 2015’an de li rex Cebhet Suwar Sûriye û Hêza El-Hemze artêşa yekemîn bi serkêşiya Sabir Sefer ava kir. Rengê vê focê jî çetebûyîn e.

Di vê dîmenê de topavêjên li ba vê komê xuya dikin https://www.youtube.com/watch?v=6hPJqMaOlZ4

Tabûrên din

Li başûrê Sûriyeyê gelek tabûrên din hene, ên wekî Tugaya El-Heremên li gundewarên rojavayê Deraayê bi serkêşiya Şerîf El-Sefûrî, Tugaya Amûd Horan bi serkêşiya Ehmed El-Umer û Cîhad Sadeddîn, Tugaya Tewhîd Ketaêb Horan ku pergala wê di destpêka sala 2016’an de hate nûkirin û Cemal El-Turkmenî wek fermandarê wê yê giştî hate erkdarkirin, Hêza Ciwanên Sunnî ku di sala 2013’an de di bin navê Tugaya Ciwanên Sunnî de li Besra El-Şam bi serkêşiya Ehmed El-Ewdê ku yek ji kesayetên koordînekirina alîkariya hevbeş a Odeya Çalakiyan a Mok e, hate avakirin.

Li gorî Saziya Sûriyeyê ya Lêkolîn û Vekolînên Raya Giştî, Cebhet Ensar El-Îslam ku li Şam û gundewarên wê û Quneytera di nîvê sala 2014’an de bi rêya yekbûna Tugaya Usama Bin Zêd, El-Iz Bin Ebdilselam, tabûra El-Adiyat, hin tabûrên biçûk ên din, Tugaya Fursan El-Heq a bi serkêşiya Wesîm El-Horanî hate avakirin.

Her wiha li herêmê gelek komên din hene, yên wekî Kombûna El-Heq ku ji Tugaya El-Heremên El-Şerîfên û Tugaya Asifêt El-Cenûb, Tugaya Şehîdên El-Hara, Hêza 99’emîn a peyade, Hêza 46’emîn ku ji Hêza 24’emîn peyade û hêza 69’emîn a hêzên taybet pêk tê û Tugaya Yekemîn a Peywirên Taybet bi serkêşiya Yûsif El-Mirhî pêk tê.

Alîkariya xwe ji ku derê werdigire?

Taybetmendiya herêma başûrê Sûriyeyê bi pirbûna komên wê yên çekdar û pirbûna alîkarên wan e. Tirkiye komên çete yên wekî DAIŞ û Cebhet El-Nusra û hin komên din ên li Bakurê Sûriyeyê dike û baskên wan li başûrê Sûriyeyê hene.

Urdin xwediyê sînorê başûr bi Sûriyeyê re ye, ew jî alîkariya komên Odeya Çalakiyên Leşkerî ya Mok dike ku ji aliyê Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ve tê birêvebirin. Îsraîl ku bi êrîşên ezmanî yên li dijî baregehên Îranê di Sûriyeyê de mijûl e, alîkariya hin komên çekdar ên li başûrê Sûriyeyê dike.

Odeya Çalakiyan a Leşkerî Mok, bavê rasteqîn ê komên çekdar li başûr e û faktora sereke ya zêdekirina komên çekdar e, nemaze ji ber ku di bin mercên Mokê de tev digere. Odeya Çalakiyan a Leşkerî Mok di 2013’an de ji aliyê dewletên Kendavê, Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ve hate avakirin.

Komên çekdar di bin odeyeke çalakiyan de kom dibin

Li başûrê Sûriyeyê pêşketinên leşkerî cudayî herêmên din pêk hat. Avakirina odeyên çalakiyên leşkerî di nava hejmareke komên çekdar de sernava herî balkêş di van demên dawî de bû. Li aliyê din rêjîma Sûriyeyê jî li herêmê bi awayekî lezgîn pêşve diçûn û bi taybet li gundewarên Siwêda û Deraayê û Sêkoşeya El-Mewt, her wiha ber bi deriyê sînor ê Nesîb ve diçe da ku aliyên opozîsyonê li gundewarên Deraa, Quneytera û Siwêda ji hevûdu cuda bike. Komên çekdar û komên çete yên başûrê Sûriyeyê avakirina Odeya Çalakiyan a Navendî di Hezîrana 2018’an de ragihandin.

Ode ji 7 odeyên biçûk ku di demên cuda de di van 3 salên borî de hatine avakirin pêk tê. Ew ode jî wiha ne:

Odeya Çalakiyên El-Bunyan El-Mersûs

Li taxên bajarê Deraa belav dibe û motora sereke ya şerê “Mirin û na ji stûxwariyê re” bû ku di sala borî de li dijî taxa El-Minşiyê ya bajarê Deraayê rûda.

Tabûra El-Hendesê û Fûzeiyan û Hêza 18’ê Adarê komên sereke yên vê odeyê ne.

Odeya Çalakiyan a Res El-Sifûf

Di sala borî de hate avakirin dema hêzên rêjîmê êrîşî aliyên bajarê Deraayê kirin. Artêşa El-Siwar koma sereke ya vê odeyê ye û kom û çeteyên wê li nêzî bajarokên Erz, El-Nehîme bi cih dibin. Ev ode ji bo çavdêriya alîkariya bi hêzên rêjîmê re li bajarê Deraa berpirsyar e û bi taybet alîkariya ku ji aliyê bajaroka Xirbêt Xezal ve tê.

Odeya Çalakiyan a Tewhîd El-Sifûf

Li ser destên hêzên Ciwanên Sunnî û artêşa Ehrar El-Eşarêr ên gundewarên rojhilatê Deraayê hate avakirin. Ehrar El-Şam koma wê ya sereke ye û ev ode rastî nerazîbûneke  gel a mezin tê. Nemaze ji ber ku piraniya beşdarên wê ji çeteyan pêk tê yên ku gelek herêmên Sûriyeyê radest kirine yên wekî Artêşa Îslaman.

Odeya Çalakiyên Dijdagirkeran

Di dawiya sala 2016’an de hate avakirin û bi pêşvehatinên hêzên rêjîmê re di van demên dawî de ji nû ve hate aktîfkirin û herêma di bin serweriya wê de ji bajarê Şêx Miskîn heta bajaroka Xerab El-Şexim a rojavayê Deraayê ye.

Odeya Çalakiyên Sêkoşeya El-Mewt

Ev ode çavdêriya herêma Sêkoşeya El-Mewt dike ku rêjîmê bi riya Hêza Çaremîn êrîşî wê dike. Komên çekdar ên devera El-Cîdor koma wê ya sereke ye.

Odeya Çalakiyên El-Nesir El-Mobîn

Ev odeya komên El-Quneytera giştî kom dike ku eniya wê berdewameke xwezayî ya bi eniyên gundewarê bakurrojavayê Deraayê ye. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku di navbera Odeya Çalakiyên El-Nesir El-Mobîn û Odeya Sêkoşeya El-Mewt de hevkarî heye da ku li deverên Cebta El-Xeşeb û her du bajarên El-Baas û Xan Ernebê li dijî rêjîmê şer bikin.

Dij El-Buxat

Ev ode ya tekane ya li ser xetên bi eniyên çeteyên DAIŞ’ê re ye ya li bajaroka Hêt û wekî xeta parastinê ya paş ji komên çekdar ên li başûrê Sûriyeyê re ye.

ANHA