Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi daxuyaniyekê Cejna Qurbanê li Kurdistanî û tevahiya Cîhana Îslamê pîroz kir.
Dîwana hevserokatiyê bi bîr xist ku gelê Kurd bi êşkenceya giran a li ser rêberê xwe Ocalan û êrişên dewleta Tirk cejnê pêşwazî dike û wiha got;
Şehadeta hevrê Mam Zekî Şengalî û Atakan Mahir bû sedem ku gelê me bi xemgînî cenja Qurbanê pêşwazî bike. Tevî vê êşa mezin jî, gelê Kurdistanê wê ji her demê zêde li şehîd, rêbertî û nirxên xwe xwedî derkeve.
Erdogan ê faşîst ku ola Îsalmê ji bo berjewendiyên xwe ên qirêj bikar tîne dixwaze hemû nirx û destketên gelê Kurd têk bibe. Lê ev helwdan wê di encama berxwedan û têkoşînê de bisernekeve..
Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel bang li her kesî kir ku di roja cejnê de xelkê Efrînê jibîr nekin û bi her awayî destê alîkariyê dirêjî koçberên li herêma Şehbayê bikin..
Desteya Rêveber a KNK’ê jî ragihand ku di rewşeke aloz de cejn tê pîrozkirin û wiha got;
Dewleta Tirk, beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê û beşek jî ji axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Li hember van êrîşan gelê me û şervanên azadiyê, bi lehengî liberxwe didin.
Desteya Rêveber a KNK’ê diyar kir ku êdî Kurd ne ew gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiya têkoşîna neteweyî û demokratîk û wiha dewam kir:
Hêvî û bendewariya me ew e ku gelê me wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azadî cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike.