Li Minbicê stadyomeke fotbolê hate vekirin

Yekitiya Werzîşê ya bajarê Minbicê bi merasîmekê stadyomeke fotbolê li nêzî stadyoma Beledî bi navê “15‘ê Tebaxê”

Bi dehan endamên komîte û saziyên sivîl ên bajarê Minbicê di merasîmê de vekirina stadyomê de amade bûn.

Şirîta vekirina stadyonê ji aliyê keça şehîd Ehmed El-Diba û endama Saziya Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima El-Diba ve hate birîn û welatî derbasî stadyomê bûn.

Li vir jî ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.

Paşê maçeke di navbera Tîma Komîteya Hindirîn û Yekitiya Werzîşê de hate lîstin, herdu tîman nuqte wekî hev girtin.

Di dawiya maçê de Yekitiya Werzîşê, Meclisa Rêveber lîstikvanên herdu tîman silav kirin.

Leave a Reply

Back to top button