“EM Ê DESTÛR NEDIN KU QADA SIYASETÊ BÊ JIN BIMÎNE”

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku ewê destkeftiyên xwe radestî bloka AKP-MHP ya dijminê jinê nekin.

Taşdemîr got,

Emê projeyên ku xîtabî jinan dikin pêşniyar bikin û emê di şaredariyan de ji nûve rengê jinan bidin nîşandan.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê dawiya hefteya borî li amedê bi Komxebata rêbazên herêmî starta xebatan da.

Têkildarî komxebatê Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê û berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî.

Dîlan Dîrayet Taşdemîr destnîşan kir ku HDP’e her dem wek bloga muxalefetê li dijî rêveberiya otorîter û faşîzan bûye qada têkoşînê û got;

“Em hedef dikin ku zemînek tifaqa demokratîk a xurt bi partiyên siyasî re ava bikin.

Bi pêşengiya jinan emê bi tifaqeq xurt bibin bersiv.

Ji ber em giringiyê didin zemîna tifaqa demokratîk.

Emê desturê nedin qada rêveberiyên herêmî bê jin bimîne.

Taşdemîr anî ziman ku armanca wan tifaqek civakî ya stratejiye ku li gorî rihê hilbijartinên herêmîye pêk bê.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr daxuyakirin ku hedefa wan ewe ku bi berxwedan û piştevaniyê têkoşîna xwe mezin bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir;

“Em destkeftiyên xwe radestî bloka AKP-MHP ya dijminatiya jinê dike nakin.

Em ê projeyên xîtabê jinan dikin pêşniyar bikin û emê di şaredariyan de ji nûve rengê jinan bidin nîşandan. “

Leave a Reply

Back to top button