Nadiya Mûrad: DIVÊ HESAB JI SÛCDARÊN KOMKUJIYÊN DAIŞ’Ê PÊK ANÎN BÊ XWESTIN

Çalakvana Kurd a Êzdî Nadiya Mûrad, diyar kir ku civata navdewletî nikarîbû pêkhateyên herêmê ji êrîşên DAIŞ’ê biparêze. lê divê sûcdarên ku ew êrîş pêk anîne pêşkêşî dadmendiyê bên kirin.

Çalakvana Kurd a Êzdî, Nadiya Mûrad beşdarî konferanseke ciwanan a li bajarê Şarîqe ya Îmara Erebî bû.

Nadiya Mûrad diyar kir ku civata navdewletî ya ku nikarîbû pêkhateyên herêmê ji êrîşên DAIŞ’ê biparêze û di wê yekê de bibin ket, bila herî kêm karê xwe di hesabxwestina ji wan sûcdaran û darizandina wan de rola xwe bilîze.

Çalakvana Êzdî Nadiya Mûrad bal kişand ser wê yekê ku nifşê ciwan di siberojê de dikare rola xwe ya mezin di avakirian civakan de bilîze, lê belê divê em derfetê bidin avakirin û mirovbûnê, derfetê nedin şer û kuştinê.

Nadiya Mûrad fermana 3’ê tebaxa 2014’an jî bibîr xist û got ku heta niha 300 jinên êzdî hîn jî li cem çeteyên DAIŞ’ê dîl in û divê civata navneteweyî vê yekê bibîne û rola xwe di rizgarkirina wan de bilîze.

Nadiya Mûrad, beriya demekê, xelata Nobelê ya 2018’an wergirt.

Leave a Reply

Back to top button