LI KAMPA EYN ÎSAYÊ ALÎKARIYA MADÎ LI KOÇBERAN HATE BELAVKIRIN

Rêveberiya kampa Eyn Îsa bi hevkariya rêxistinên xwe, alîkariya madî li koçberên kampê pêşkêş kirin.

Nêzî 13 hezar koçber (2 hezar û 400 malbat) di kampa Eyn Îsayê de dimînin.

Alîkarî li gorî endamên malbatê tê belavkirin.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên Kampê Celal Eyaf destnîşan kir ku ji ber alîkariyên her meh ên xwarinê têra koçberan nake, di nava mehê de jî, alîkariya madî ango pere li malbatan tê belavkirin.

Eyaf bang li rêxistinên mirovahî kir ku pêwîstiyên demsala zivistanê ji koçberan re peyda bikin û bişînin..

Ev cara yekemîn e ku alîkariyên madî li koçberan têne belavkirin û ev yek heta 3 mehan dê dewam bike.

Leave a Reply

Back to top button