LAVRENTIEV BI ESED RE ENCAMÊN CIVÎNA ÇAR-ALÎ GOFTÛGO KIR

Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê Alexander Lavrentiev serdana Şam û Tehranê kir.

Lavrentiev li Şamê bi serokê rêjîma Sûrî Beşar Esed re civiya û encamên lûtkeya çar-alî ya Stenbolê goftûgo kir.

Her wiha mijara çareseriya siyasî ya aloziya Sûrî û avakirina komîteya destûrî jî, di navbera her du aliyan de rojeva sereke bû.

Di dawiya civînê de li ser domandina hevkariya Rûsya û Sûriyê ji bo rakirina astengiyên li pêşiya avakirina komîteya destûrî lihevkirinek çêbû.

ŞEMXANÎ: NIYETA ÎRANÊ JI BO MABÛNEKE DEMDIRÊJ DI SÛRIYÊ DE NÎN E

Bi heman armancê Rayadarê Rûsî çû serdana Tehranê û bi sekreterê Meclîsa Bilind a Ewlehiya Netewî Elî Şem-xanî re civiya.

Bi vê serdanê re cîgirê fermandarê giştî yê Zîrevanên Şoreşger ên Îranê Husên Selamî diyar kir ku ti niyeta hêzên Îranê ji bo mabûneke demdirêj di Sûriyê de nîn e.

Selamî teqez kir ku ew li ser daxwaza Sûriyê çûne û di pilansaziya wan de mabûneke demdirêj tune ye.

Leave a Reply

Back to top button