DI ROJA 3. DE ÇALAKIYÊN WERZÎŞÊ HATIN LIDARXISTIN

Çalakiyên Mîhrecana Dengvedana Efrînê ku bi slogana Ciwanên şoreşger, gelê welatparêz serî hildin, Efrîn li benda me ye” di roja xwe ya 4’emîn de didome.

Mîhrîcan di roja 3’an de li gundê Babins ê navçeya Fafîn hate organîzekirin.

Li wir, çalakiyên werzîşê li stada gund hatin lidarxistin.

Di çalakiyê de Cîgirê hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê Îsmaîl Mûsa û Rêveberê Yekitiya Ciwanê Rojava Tolhildan Zeredeşt axivîn.

Kesên axivîn gotin:

“Ev mîhercan ji bo hêzên dagirker peyameke ku berxwedan dewam e heta rizgarkirina Efrînê.

Di çalakiyên mîhrecanê de, du maçên fotbulê hatin lîstin.

Her wiha pêşbireke bazdanê û lîstoka nepoxan hatin organîzekirin.

Piştre ciwanan bi navê Rojîn Mamo helbestek bi navê “Ji ber ku ez jin im” xwend.

Dawiyê, lîstikvanên serkeftî hatin xelatkirin.

Leave a Reply

Back to top button