TJK-E: EM BI XURTÎ TEVLÎ ÇALAKIYA LI STRASBOÛRGÊ BIBIN

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyekê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Ocalan banga tevlîbûna çalakiyê kir.

TJK-Ewropayê di daxuyaniyê de got:

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên ji bo qirkirina gelê Kurd didomîne.

Rêber Ocalan bi salan e li dijî van êrîşan bi rengekî bêhempa li ber xwe dide.

Em bi biryar in ku li ser xeta berxwedanê ya Rêber Ocalan têkoşîna xwe geş bikin.

TJK-Ewropayê bang li herkesî kur ku heta tecrîd were rakirin û Rêber Ocalan azad bibe, her roj û her cihî veguherîne qada çalakiyan.

Hêjayî bibîrxistinê ye 6’ê Mijdarê li Strasboûrgê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakî wê li ber avahiyên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa, CPT û Konseya Ewropayê bê lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button