Berdevkê Meclisa Sûriya Demokratîk Emced Osman, têkildarî diyalogên sûrî-sûrî de axivî.
Osman diyar kir ku, rêbazê herî guncaw ji peydakirina çareseriyê, diyalog û hevîdtinên li ser axa Sûriyê ne û got,
Plansziyên wan ji bo van diyalogan hene.
Berdevkê Meclis Sûriya Demokratîk MSD’ê Emced Osamn têkildarê rêbazê çareserkirina aloziya Sûtriyê û projeya MSD’ê de axivî.
Emced Osman diyar kir ku, ji bo peydakirina çareseriyê dûrî aliyên derve û diyarkirina siberoja nêzîk a Sûriyê, ew hewl didin diyalogan li dar bixin.
Omsan destnîşan kir ku, ji bo MSD’ê rêbazê herî guncaw ji bo çareseriyê, diyalog e û ji destpêka damezirandina xwe, bingehên rasteqîn ji bo diyalogan daniye.
Berdevekê MSD’ê da zanîn ku însiyatîfa MSD’ê ew e ku hemû aliyên Sûriyê beşdarî çalakiya peydakirina çareseriyê bibin..
Emced Osman bal kişand ser civênên ku li derveyî Sûriyê tên lidarxistin jî û teqez kir ku, ev civîn li gorî ajandeyên derve têne birêvebirin û nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyê beşdarî van civînan nebûne.
Ji lewre nakevin berjewendiyên gelên Sûriyê.
Osman teqez kir ku, herêmên Rêveberiya Xweser cihê herî guncaw ji bo lidarixsitna diyalogan e û ew dikarin pêşwaziya hemû aliyan bikin.
OSMAN: JI BO DIYLOG Û HEVÎDTINÊN ÇARESERIYÊ PLANZIYÊN ME HENE
Berdevkê MSD’ê Emced Osman di dawiyê de got,
Bi diyalog û hevdîtinan em dikarin nêzî çareseriyêa aloziyê bibin û plansziyên di vî warê de hene.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku, meha Tîrmehê Meclisa Sûriyê Demokratîk di Kongreyê xwe de projeya nenavdiya Demokratîk eşkere kiribû.
Di heman mehê de jî , bi serkêşiya MSD’ê furoma danûstandinê ya Sûrî-sûrî hatibû lidarixitin û tê de, hatibû teqezkirin ku, bi diyalogê alozî çareser dibe.