NEBENZYA: KUMÊN SPÎ Û ÇETEYAN AMADEKARIYÊN BIKARANÎNA MADEYÊN JEHRÊ DIKIN

Nûnerê Rûsiyayê yê NYê, Vasily Nebenzya teqez kir ku çeteyên li Sûriyê bi hevkariya endamên rêxistina Kumên Spî, arandinên kîmyewî li dijî hikumeta Sûrî pilan dikin.

Nûnerê Rûsiyayê yê NYê, Vasily Nebenzya teqez kir ku çeteyên li Sûriyê bi hevkariya endamên rêxistina Kumên Spî, arandinên kîmyewî li dijî hikumeta Sûrî pilan dikin.

Nebenzya roja Duşemê di civîna Konseya Ewlekariya Navnetewî de got ku çeteyên li Sûriyê bi hevkariya rêxistina Kumên Spî amadekariyên bikaranîna madeyên jehrê dikin û wiha domand:

“Sûriye her tim van raporan radestî endamên Konseya Ewlekariya Navnetewî dike.”

Nebenzya eşkere kir ku armanca van arandinan ew e ku tawanên binpêkirina agirbestan bikeve stûyê rêjîma Sûrî.

Di dawiya gotina xwe de Nebenzya got: “Pispor û serbazên Rûs ên li herêma bêçek, rewşê li wê derê dişopînin û agahiyên têkildarî van arandinan, şîrove dikin.”

Leave a Reply

Back to top button