WELÎD EL-MU’ELÊM NAMEYEK JI ANTONIO GUTERRES RE ŞAND

Wezîrê Karên Derve yê rêjîma Sûrî Welîd El-Mu’elêm nameyek ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re şand.

Di nameyê de, El-Mu’elêm li ser çar rêgezên derbarê komîteya destûrî de teqez kir.

Yek, yekbûn û serxwebûna xaka Sûriyê û serweriya Komara Sûrî ya Ereb e.

Ji xwe ev diyar dike ku heta niha hişmendiya rêjîmê bi nijadperestiyê dagirtiye.

EL-MU’ELÊM ŞERTÊN AVAKIRINA KOMÎTEYA DESTÛRÎ JI GUTERRES RE DIYAR KIR

Du, divê pêvajo bi giştî di bin serweriya Sûrî de were meşandin û li ser bingeha ku gelê Sûrî xwediyê mafê diyarkirina çarenûsa xwe ye.

Sê, derbarê karê komîteyan de divê ti şert û merc neyên ferzkirin.

Çar û ya dawî jî, divê derbarê karê komîteyan de dem neyê diyarkirin, ango divê dem vekirî be.

Leave a Reply

Back to top button