Komîteya Xizmetguzarî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li gundewarên rojhilat û rojavayê bajêr gelek proje pêk anîn.
Komîteya Xizmetguzarî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê hewl dide beriya zivistanê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk bîne.
Komîteyê şebekeyên kanalîzasyonê li bajarokên Besîre û Hecînê, li gundên rojhilat û Mihêmdiyê û Sûrê sererast kirin.
Her wiha şebekeya avê ku ji sedî 70 hatibû rûxandin niha sererast dikin.
Komîteya Xizmetguzarî sererastkirina riya gundê Hîmar Elî ku di navbera rêya giştî û malên şêniyan de ye, bi dawî kir.
Her wiha rêya gundê Hîmar Kesra hate sererastkirin.
Di planên komîteyê de wê xeta Ebo Xeşeb û gundên Cirwan were sererastkir in.
Şêniyên herêmê spasiya aliyên pêwendîdar kir ku kedek e mezin da û zehmetiyên ku rastî wan dihatin, çareser kirin.