Gelek sazî û parêzvanên mafên mirovan ên li Elmanyayê wê ji bo şermezarkirina qedexeya li ser PKK’ê roja 1’ê Kanûnê li paytext Berlînê wê xwepêşandaneke hevpar li dar bixin.
Gelek sazî û parêzvanên mafên mirovan ên Elmanyayê ji bo qedexeya li ser PKK’ê wê roja 1’ê Kanûnê li paytext Berlînê çalakiyekê li dar bixin.
Bi silogana “Daxwaza azadiyê nabe were qedexekirin – têkoşîna hevpar li dijî qanûna polîsan, qedexeya li ser PKK’ê li dijî nîjadperestiyê” pêk tê.
Ji bo vê çalakiya hevpar, gelek saizyên civaka sivîl, zanyar, akademîsyen, hiqûqnas, parlamenter, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan banga tevlî bûnê kirin.
Têkildarî miharê Sazî û parêzvanên mafên mirovan ên li Elmanyayê daxuyaniyek hevpar dan .
Di daxuyaniya hevpar de hate ragihandin ku Elmanya û Tirkiye welatên sereke ne ku li dijî tevgerên azadiyê şer dikin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji roja PKK hate qedexekirin û vir ve bi hezaran kes hatin darizandin, bi sedan kes hatin binçavkirin û girtin.
Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin:
Em dixwazin 1’ê Kanûnê dakevin qadan û li dijî hevkariya hikumeta Elman a bi rejîma dîktator a li Tirkiyê re peyameke xurt bidin.
Tê payîn ku Meşa girseyî ya 1’ê Kanûnê roja Şemiyê saet 12:00 li meydana Alexanderplatzê ji cihê Neptûnbrûnnenê dest pê bike.
Tê diyarkirin ku li gel alîgirên demokrasiyê komên femînîst û antî-faşîst jî wê tevlî çalakiyê bibin.