KCK: BIRYARAAMERÎKAYÊBERDEWAMKOMPLOYANAVDEWLETÎ YE

Desteya Rêveber a Hevserokatiya Koma civakên Kurdistanê derbarê biryara ku DYA’yê ya li ser rêveberên PKK’ê derxistî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de got:

Biryara DYA’yê wergirtî, berdewama komploya li dijî Rêber Ocalan e.

Em bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin ku bi lezgîn rabin ser piyan û nerazîbûna xwe raber bikin.

Desteya Rêveber a Hevserokatiya Koma civakên Kurdistanê derbarê biryara ku DYA’yê ya li ser rêveberên PKK’ê derxistî daxuyaniyek weşand.

KCK’ê diyar kir ku ev biryara ku DYE’yê li dijî pêşengên Tevgera Azadî girtî biryarek bê bingehe û got:

“Biryareke ku bi giştî bi sedemên îdeolojîk û polîtîk hatiye dayîn. Lê belê bi feraseta dijminane ev biryara hatî dayîn, di kesayetiya rêhevalên me de tenê ne li dijî PKK, KCK HPG’ê, li dijî tevahiya gelê Kurd ê têkoşîna demokrasiyê dimeşîne hatiye dayîn”.

KCK’ê destnîşan kir ku ev biryar berdewam û parçeyek ji komploya navdewletî ya li dijî Rêber Ocalane.

Komploya 1999’an bi hêz û lêhûrbûna kûr a Rêber Ocalan û têkoşîna PKK’ê di asteke mezin de vala hatiye derxistin.

Tevgera Azadiya Kurd bûye aktoreke girîng a ku bandor li polîtîkayên Rojhilata Navîn dike.

Yekser têkiliya van êrîşan bi vê yekê re heye.

KCK’ê diyar kir ku daxuyaniya DYE’yê tê wateya êrîşekî dijminane û got:

Ev nêzîkatî tê wateya komployeke li dijî Tevgera Azadiyê û êrîşekî bêexlaqî ya li dijî gelê Kurd.

Têkoşîna gelê Kurd a li her derê pêş ketî; Kurd pir nêzî jiyana azad û demokrasiyê bûne.

Ev komplo tê wateya paşxistina têkoşîna me û destekkirina hêzên mêtînger ên ku dixwazin li ser Kurdan serweriya xwe bidomînin”.

KCK’ê destnîşan kir ku di demekî de ku diviya bû DYA’yê helwestekî ya rexnedayînê ya di komploya li dijî rêber Ocalan de pêk anî de bide, nêzîkatiyeke wiha raberkirin, wê îro hesab bide gel û sibe jî li pêşberî dîrokê bê darezandin.

Desteya Rêveber a Hevserokatiya Koma civakên Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir:

“Di van rojan de ku daxwaza azadiya Rêber Apa tê kirin û dîsa derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê ya Ewropa bê derxistin, li dijî vê êrîşa li ser hevrêyên me Dûran Kalkan, Cemîl Bayik û Mûrat Karayilan, divê gelê me û hêzên demokrastiyê xwedî helwestekî teqez raber bike, divê xwedî sekin û têkoşerî be”.

Leave a Reply

Back to top button