LI IDLIB, HELEB Û LAQIZIYÊ RÊJÎM Û ÇETEYAN HEVDU TOPBARAN KIRIN

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku şerê li ser rûyê erdê li Idlib, Heleb û Laziqiyê dewam dike.

Çavdêriyê dest nîşan kir ku hêzên rêjîma Sûrî gundê û El-Ketîbe El-Mehcûre yên gundewarên rojhilat û başûr-rojhilatê Idlibê armanc girt.

Her wiha dîsa bajarokê Mork û Latamna di nava êrîşa hêzên rêjîmê de bû.

Derbarê encaman de jî ti agahî bi dest neketin.

Çavdêriyê diyar kir ku fermandarek û leşkerekî rêjîma Sûrî li herêma El-Tamûra ya gundewarên Helebê hatin kuştin.

Di heman demê de topavêjên dewleta Tirk a dagirker bajaroka Enedanê topbaran kir.

Dîsa, Çavdêriyê diyar kir ku hêzên rêjîmê herêma Tilet El-Miqnis û Kebbane ya Cebel El-Ekrad ya gundewarên Laqiziyê armanc girt.

Her wiha herêma Bilêremon û El-Sexir jî di armanca êrîşên rêjîmê de bû.

Di encamê de ziyanên madî çêbûn, lê derbarê kuştî û birîndaran de agahî bi dest ne ketin.

Leave a Reply

Back to top button