HDP’Ê JI BO HILBIJARTINA HERÊMÎ DEST BI AMADEKARIYAN DIKE

HDP ji bo hilbijartina herêmî dest bi civînan dike.

HDP wê di navbera 9 û 14’ê mijdarê de civînên Desteya Rêveberiya Navendî, Meclîsa Partiyê, Hevserokên Bajaran û Meclîsa Jinan pêk bîne.

Têkildarî xebatên hilbijartina herêmî hemû geşedan û amadekarî tên kirin.

Her wiha wê plansazî bê derxistin û di çarçoveya plansaziyê de jî dê komîsyon bên avakirin.

HDP li bajarên herêmê bi partiyên kurd re û li rojavayê Tirkiyeyê jî bi hêzên demokrasiyê re di nav lêgerîna îtîfaqê de ye.

Hat zanîn ku wê di civînên Desteya Rêveberiya Navendî û Meclîsa Partiyê de ji bo domandina hevdîtinan wê nirxandin bên kirin.

Tê payîn di civînên HDP’ê de ji bo diyarkirina namzetan heta ser salê xebat bê kirin.

Her wiha HDP wê di van civînên xwe de binçavkirin, girtin û darizandinên endam, rêveber, parlamenterên xwe jî nîqaş bikin.

Piştî van civînan wê HDP ji bo xebatên hilbijartina herêmî dakeve qadan.

Leave a Reply

Back to top button