EMERÎKA HEWL DIDE SUDANÊ JI NAVA LÎSTEYA REŞ DERXÎNE

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku dibe ku Sudan ji nava lîsteya “Welatên destekê didin terorê” were derxistin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYE’yê Heather Nauert got ku piştî hin hevdîtinên li Washingtonê, pêvajoya derxistina Sudanê ji nava lîsteyê , dikare dest pê bike.

Nauert hevkariya Sudanê ya têkoşîna li dijî terorê ‘silav’ kir û diyar kir ku di mijarên weke mafên mirovan, azadiya olî û azadiya çapemeniyê de pêşketin pêk hatiye.

Berdevka Wezareta Karên Derve anî ziman ku şertê derxistina Sûdanê ji nava lîsteyê, girêdayî domandina reforman e.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di sala 1993’an de Sudan ji aliyê DYE’yê ve weke “Welatê piştgiriyê dide terorê” di lîsteya reş de hatibû bicihkirin.

Leave a Reply

Back to top button