LI BAJARÊ HESEKÊ XEBATÊN SERERASTKIRINA STADA HESEKÊ BI LEZGÎNÎ DIDOMIN

Xebatkarên sererastkirina stada bajarê Hesekê hewl didin di demeke kurt de xebata xwe bi dawî bikin.

Stada bajarê Hesekê ji mezintirîn stadên herêma Cizîrê ye.

Cihê 20 hezar kes tê de heye.

Kesên ku xebatên sererastkirinê dikin hewl didin beriya 12`ê Mijdarê xebatên xwe bi dawî bikin da ku Mîhrîcana Şehîd Hogir a Çand û Hunerê lê were lidarxistin.

Yek ji kesên ku xebatên sererastkirinê dişopîne Hecî Abdulsemed destnîşan kir ku ji bo sererastkirina stadê Şaredariya Gel 11 roj dane wan.

Hevserokê Şaredariya Gel a Xerbî ya bajarê Hesekê Mizgîn Demir Qaya jî diyar kir ku ew bi hemû derfetên xwe stadê sererast dikin