NOAM CHOMSKY: DAXWAZNAMEYKE KU KIRINÊN DEWLETA TIRK A DER BARÊ GELÊ KURD DE ÎMZE DIKE

Fîlosof û hizirmendê Emerkî Avram Noam Chomsky piştî ku Erdogan wî weke terorîstekî wesf kir, bersiv da û got:

“Tirkiye piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê dike.”

Zimanzanê Emerîkî Avram Noam Chomsky yek ji hizirmendên anarşîst e û alîgirê mafên rewa yên kêmnetew û civakan e.

Avram Noam Chomsky pirîcaran sîstema dîktator a Tirkiye û serokê wê ê faşîst Erdogan rexne kiriye.

Noam Chomsky bi çend akademîsyenên Tirk re daxwaznameyeke ku tundiya dewleta Tirk a li ser gelê kurd pêk tîne, şermezar dike, îmze kir.

Li ser êrîşa Stenbolê Erdogan bersiv da û got:

“Ya tu bi me re bî, yan tu bi terorîstan re bî.”

Ragihandina Tirkî û hinek hevalên Chomsky banga bersiva wî kir.

Chomsky jî got:

“Tirkiye DAIŞ’ê bi êrîşê tawanbar dike ku wê bi xwe piştgirya wê dikir.

Piştre berê xwe da van kurdên ku tawanên wî şermezar dikin ku ew hêza herî sereke li ser erdê ye ku şerê DAIŞê li Sûriyê û Îraqî dike.

Gelo pêwîstiya vê yekê bi şîroveyê heye?

Hizirmendê Emerîkî anî ziman jî ku akademîsyanên tirk ên ev daxwazname îmze kirin hatin girtin

Chomsky têkildarî darbeya li Tirkiyê çêbûbû jî wiha got:

“Bi darbeyê serweriya Erdogan a tund li tirkiyê xurt kir ku bi hezaran kes, alavên ragihandinê û dibistanên wê girt.”

Leave a Reply

Back to top button