2. KONGREYA YCR BI BIRYARNAMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ

Di 2. Kongreya Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) de navê yekîtiyê hat guhertin û bû Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz ên Sûriyê.

Her wiha meclisa nû ya tevgerê jî hate hilbijartin

2. Kongreya Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) bi silogana “Bi têkoşîna ciwanên şoreşger em ê Sûriyeke azad û demokratîk ava bikin” 9’ê Mijdarê li stada bajaroka Rimêlan destpê kir.

5 hezar ciwan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî kongreyê bûn.

Di roja yekemîn a kongreyê de, tenê axaftin hatin kirin û behsa rola ciwanan di avakirina civaka azad û exlaq de hate kirin.

Di roja duyemîn de rapoara salane ya yekitiyê ku ji rewşa siyasî, rêxistinî, çalakî û xebatê, rexne û rexnedayîn û pêşniyar pêk dihat hatin xwendin û nirxandin.

Piştre jî rêziknameya nû ya yekitiyê bi Kurdî û Erebî hate xwendin û bendên wê hatin şîrovekirin.

Li gorî mûdaxele û pêşniyarên beşdaran hin guhertin di rêziknameyê de hatin kirin.

jê navê Yekitiya Ciwanên Rojava bû “Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz ên Sûriyê”.

Ji bo avakirina Meclisa tevgerê dengdan pêk hat.

Di encamê de 49 endam ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin û logoyek nû ya tevgerê hate diyarkirin.

Piştî avakirina meclisê biryar hatin standin.

Leave a Reply

Back to top button