QONAXA DAWÎ YA PÊNGAVA BAGERA CIZÎRÊ PIŞTÎ DEMEKÊ JINÛVE DEST PÊ KIR

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ku ji êrîşên dewlete Tirk ên li ser bakurê Sûrî rawestiya bû, jinûve destpêkir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro bi daxuyaniyekê ragihand ku wan caeke din pêngav dan dest pê kirin.

Navendê di daxuyaniya xwe de wiha got;

Çeteyên DAIŞ’ê ji êrîşên Tirkiyê yên li dijî gundên me yên li ser sînor sûd digire.

Lewra hêzên me neçar man ku pêngavê rawestîne ta gefên li ser sînorê me bi dawî bibe.

Hêzên me, dê Pêngava Bagera Cizîrê bidomîne û çeteyên DAIŞ’ê li gundewarên Dêra zorê tune bike.

QSD’ê soza parastina xaka bakurê Sûrî da û diyar kir ku masya diyalogan rêbazê her guncaw a çareserkirina hemû pirsgirêkan e.

Leave a Reply

Back to top button