LI KAMÊPÊN ŞEHBAYÊ 2 HEZAR SOBE LI EFRÎNIYAN HATE BELAVKIRIN

Bi hatina zivistanê re meclisên 4 kampên Şehbayê ku şêniyên Efrînê lê bi cih bûne, 2 hezar sobe li wan belav kirin.

Bi sed hezaran şêniyên Efrînê ji ber dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê ji malên xwe derketin û li Şehbayê bi cih bûne.

Şêniyên Efrînê niha li 4 kampên li Şehbayê Serdem, Berxwedan, Şehba û Efrînê bi cih bûne.

Bi hatina zivistanê re rêveberiyên her 4 kampan tedbîrên hişyariyê ji bo bahoz û baranên zivistanê girtin.

Ji her konekî re hejmarek turên çîmento û kelpîç belav kirin da ku konên xwe amade bikin.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Kampa Berxwedan Elîfe Hana wiha got:

Ruxmî derfetên kêm ên rêveberiyê lê dîsa jî alîkariyan li şêniyan belav dike.

Leave a Reply

Back to top button