RÛSPIYÊN EREB: EM Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRKIYÊ BISEKININ

Rûspiyên Ereb ên kantona Hesekê diyar kirin ku helwesta wan ji êrîşên Tirkiyê re rakirina çek û parastina Sûriyê ye .

Rûspiyan têkildarî civînên li derveyî herêmê ku destekê didin Tirkiyê jî gotin:

“Rûspiyên li derveyî welat nûnertiya me nakin û civînên wan me eleqedar nake.”

Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên bakûrê Sûrî yên bi ewle êrîşên xwe zêde kirine .

Rûspiyên kantona Hesekê êrîşên dagirkeriyê bi tundî şermezar kirin û teqez kirin ku ew ê li hemberî dagirkeriyê bisekinin.

Serokeşîrê Çibûr Hisên Mihemed Sultan got:

“Em gefên Tirkiyê qebûl nakin.

Wekî gelên herêmê bi Kurd, Ereb û Suryanê xwe em ê li dijî her dijminahiyên li ser xaka Sûriyê bisekinin.”

Hisên Sultan diyar kir ku ew amede ne li dijî êrîşên Tirkiyê a dagirker destek bidin QSD’ê .

Rûspiyê êla Tifêhîl Mihemed Elî jî anî ziman ku gefên Tirkiyê ne nû ne û wiha domand:

“Tirkiyê dest bi êrîşên xwe yên li dijî Bakurê Sûriyê kir da ku projeya li vir asteng bike û hebûna DAIŞ’ê mayînde bike.”

Mihemed Elî helwesta xwe li dijî êrîşên Tirkiyê diyar kir û got:

“Em ê çek rakin û li dijî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin û xaka Sûriyê biparêzin.”

Ji Êla Cibûr Şêx Salih Mislit êrîşên Tirkiyê şermezar kir û ev tişt anî ziman;

Em bi gel û xaka Sûriyê re ne û bi ti awayê êrîşên li dijî xaka me qebûl nakin.”

Ji şêxên Êla Begara Mihemed Telai jî destîşan kir ku êrîşên Tirkiyê îradeya wan naşkîne û ew ê heya dilopa xwînê xaka xwe biparêzin.

Şêx Telai têkildarî civînên li derve ku hin rûspiyên herêmê destekê didin Tirkiyê got:

“Rûspiyên li derveyî welat nûnertiya me ne nakin û civînên wan me eleqedar nake.”

Leave a Reply

Back to top button